Print this page

Şandeka ENKSê bo hevdîtinan diçe Amerîka

22:40:39

 

Rojava News: Hat zanîn ku şandeke Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi serokatiyê Serokê ENKSê serdana Amerîka dike.

 

Li gor daxuyaniya Endamê rêveberiya ENKSê Seîd Omer, meha Sibata îsal şandeke ENKSê dê serdana Amerîka bike û bi rêveberiya nû ya Amerîka re hevdîtin bike.

 

Seîd Omer her wiha got, şanda ENKSê dê li wir behsa rewşa Sûriye û Kurdistana Rojava her wiha behsa derbasbûna pêşmergeyên Rojava (Leşkerê Roj) bike.

 

Wî berpirsê ENKSê da zanîn ku her roj kesên nû navê xwe bo pêşmergetiyê tomar dikin û got, hejmara endamên Leşkerê Roj roj bi roj zêde dibe.

 

Li gorî agahiyên Seîd Omer, şanda ENKSê ya ku dê biçe Amerîka, ji Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û endamên rêveberiya ENKSê Kameran Haco û Heval Siyamend pêk tê.