Print this page

Barzanî: Kurdistan ti caran nabe beşek ji şerê mezhebî

22:46:30

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir, ku Kurdistan ti caran nabe beşek ji şerê mezhebî û tayfî yê li herêmê.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro (31.01.2017) li Selahedînê pêşwaziya Serokê Encûmena Kurdên Sûriye (ENKS) Îbrahîm Biro û sekreter û nûnerên partiyên siyasiyên nav ENKSê kir.

 

Di hevdîtinê de şanda ENKSê behsa guftûgo û civîna Astana ya li welatê Kazakistanê û helwesta aliyên beşdar yên derbarê paşaroja Sûriye de kir. Şanda ENKSê herwiha behsa çalakiyên siyasî û dîplomasiya xwe ya ji bo berevanîkirina daxwazên rewa yên kurdên li Sûriye kirin.

 

Serok Barzanî jî balkişande ser helwesta partiyên siyasî yên nav ENKSê û tekez li wê yekê kir ku biryar û paşaroja kurdan li Sûriye di destê wan de dibe, ku wan rêyekî rast heye û li ser berjewendiyên neteweyî pêngavan davêjin.

 

Serok Barzanî daxuyand, ku ew bi hemû derfetên xwe piştgiriya daxwaz û mafên gelê kurd li Sûriye dikin û got, “Herêma Kurdistanê jî dê weke mal û piştevanê xuşk û birayên xwe yên li Sûriye bimîne.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civînê de derbarê mijara serxwebûna Kurdistanê û rewşa siyasî ya herêmê û nêrîna welatan a derbarê gelê Kurdistan û pêşmerge de axivî.

 

Serok Barzanî behsa gefên hizra tundrewî û terorê kir û got; “Ji bo têkbirina terorê û ji navbirina hizra terorê pêwîstiya cîhanê bi gelê Kurdistanê heye.”

 

Barzanî tekez kir ku Kurdistan ti caran nabê beşek ji şerê mezhebî û tayîfî ya li herêmê heye û got; “Ev gengeşe bûye belayek ji bo asayîşa navçeyê û cîhanê.”