Print this page

30 sal ji ser koça dawî ya Îdrîs Barzanî derbas bûn

23:07:17

 

Rojava News: Îdrîs Barzanî kurê Mele Mistefa Barzaniyê nemir di 31ê Çileya 1978an li Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kiribû. Herwiha îro 30 sal ji ser koça wî ya dawî re derbas dibe.

 

Kurê Melle Mistefa Barzanîyê nemir Îdrîs Barzanî di 1943an de li Kurdistanê di serdema şoreşa Barzanîyan de hatiye dinyê. Ligel malbata xwe diçe Mahabadê û li Rojhilatê Kurdistanê bi cih dibe.

 

Herwiha piştî Komara Kurdistanê belav dibe ji neçarî bo Bexdayê ligel malbata xwe bo Bexdayê tê veguhestin. Piştî ku Melle Mistefa Barzanîyê nemir ji Sovyetê vedigere û tê Kurdistanê ew jî berê xwe dide Kurdistanê û tê cem bavê xwe.

 

 Îdrîs Barzanî di şerê azadîya Kurdistanê de bi taybet di Şoreşa Îlonê de roleke mezin wergirtiye û Destana Hindirînê bi destê wî hatiye tomarkirin.

 

Herwiha Îdrîs Barzanî bo avabûne Bereyeka niştimanî jî gelekî hewl daye û bi serperiştiya wî û Mam Celal Sekreterê Giştî yê YNKê peymanên aştiyê hatine danîn.

 

Hevsengerên Îdrîs Barzanî amaje li ser wê çendê dikin ku Îdrîs Barzanî mirovekî gelekî zana û serkeftî bûye. Hewiha rola wî di nava Pêşmergeyan de gelekî zêde bûye.  

 

Îdrîs Barzanî di 31ê Çileya 1987an li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kiriye. Piştî Şoreşa Gulanêya 1991ê bi rêwresmeke taybet aramgeha Melle Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî bo herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê tê vugehestin.