Print this page

Brahim Biro: Serok Barzanî piştgiriya xwe bo Pêşmergeyên Roj ragihand

11:49:08

 

Rojava News: Serokê ENKSê Îbrahîm Biro derbarê civîna xwe ya îro ligel Serok Barzanî, ragihand ku Barzanî piştgiriya xwe bo Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê nîşan da. Herwiha Biro da zanîn ku wan ji Serok Barzanî re gotiye ku gelê Kurd li Rojava hêviyeke mezin bi pirojeya wî ya bi serxwebûna Kurdistanê, dibînin.

Doh 31.01.2017 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û Sekreter û Nûnerên Partiyên siyasî yên nav ENKSê kir.

Îbrahîm Biro derbarê wî civînê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Me behsa nexweşî û astengiyên li pêşiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û navçeyê kir û me amje kir bi hewlên ku tên dan bo çareserkirina kirîza Sûriyê bi giştî, mîna civîna Astana ku beriya çend rojan bû û civînên Cenêfê di dema bê de.”

Serokê ENKSê wiha got: “Me di civînê de behsa rewşa siyasî û kar û çalakiyê ENKSê jî kirin û me ji Serok Barzanî re got ku gelê Kurd li Sûriyê piştgiriya pirojeya neteweyî ya Başûrê Kurdistanê dike û hêviyeke mezin bi pirojeya neteweyî ya Serok Barzanî bo serxwebûna Kurdistanê dibînin.”

Îbrahîm Biro ragihand: “Serok Barzanî wek hercar piştgirî û hevkariya xwe bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û ENKSê tekez kir û piştgiriya xwe jî bo Pêşmergeyên Roj yên ku roj bi roj bihêztir dibin û hejmara wan zêde dibe, nîşan da.”