Print this page

Wezîra Berevaniya Îtalya gihîşt Başûrê Kurdistanê

22:41:12

 

Rojava News: Wezîra Berevaniya Îtalya Roberta Pinotti di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê, bajarê Hewlêrê.

Îro çarşemî 1ê Sibata 2017ê, Wezîra Berevaniya Îtalya Roberta Pinotti serdana Herêma Kurdistanê kir.

Roberta Pinotti û şandeke pê re bi rêya firokeyeke leşkerî gihîştin Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Navxwe û Wezîrê Pêşmerge yê bi wekalet Kerîm Şingalî û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Nûnera Herêma Kurdistanê li Îtalya Rêzan Heme Salih ve hat pêşwazîkirin.

Biryar e Pinotti ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê bicive.

Li gorî agahiyan, Pinotti di civînên xwe yên ligel berpirsên Kurdistanê de, dê derbarê pêwedniyên du alî yên nvabera Îtalya-Kurdistan, alîkariyên bo Hêza Pêşmerge, şerê li dijî DAIŞê, operasyona Mûsilê, pêşhatên deverê û herwiha rewşa koçberan û alîkariyên mirovî bo wangotûbêjan bike.

Wezîra Berevaniya Îtalya, berî serdana xwe ya bo Kurdistanê, serdana Iraqê jî kiribû û bi rayedarên iraqî re civiyabû.