Print this page

Fermandeyekî Pêşmerge ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da

12:16:08

 

Rojava News: Fermandeyekî Pêşmerge li Duhokê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

 

Fermandeyê Dijîterora Duhokê Wehîd Kovilî, ku bi awayekî aktîf tevlî şerê DAIŞê bibû, îro danê sibê li Duhokê jiyana xwe ji dest da.

 

Fermande Wehîd Kovilî, çendek bû ji ber kirîza mêjî nexweş ketibû lê ev demek bû li nexweşxanê dihat dermankirin.

 

Cenazeyê wî fermandeyê Pêşmerge li goristana Şaxkê ya bajarê Duhokê hat veşartin.

 

Wehîd Kovilî sala 1971 li bajarê Duhokê ji dayîk bibû.