Print this page

Du zarokên êzîdî ji destê DAIŞê hatin rizgaririn

11:21:00

 

Rojava News: Li Mûsilê 2 zarokên êzîdî, ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, hatin rizgarkirin.

Li gor zanyariyan şeva borî bi alîkariya xêrxwazan du zarokên êzîdî ji destê çekdarên DAIŞê hatin rizgarkirin.

Zarokê hatine rizgarkirin yekek ji wan 5 sal û jiyê yê din jî 9 sal e û her du jî xelkê gundê Koço yê Şingalê ne.

Berpirsê karûbarên revandiyan da zanîn ku heta niha 2880 êzîdî hatine rizgarkirin û got, tevahiya wan bi alîkariya Serokê Hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatine rizgarkirin.

Husên Qaidî behsa komkujiya gundê Koço jî kir û got, li gundê Koço gorrên bi kom hene û heta niha nehatine vekirin. Di yek ji gorran de 480 cenazeyên jinan hatine veşartin.