Print this page

Hevdîtina Barzanî û Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê bidawî bû

12:04:35 PM

RojavaNews: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê Mishael Fallon bidawî bû.

Wezîrê Berevaniya Birîtanyayê Michale Fallon doh bi şev gihişte Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê berpirsên Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.

Fallon îro danê sibê di yekemîn hevdîtina xwe de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.

Brîtanya yek ji welatên hevpeymaniya li dijî DAIŞê ye. Zêdetirî 80 rahênerên leşkerî yên birîtanî li Hewlêrê ne û perwerdeya serbazî didin Hêzên Pêşmerge. Herwiha Brîtanya di şerê li dijî DAIŞê de alîkariyê dide pêşmerge.

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ragihand, ku di hevdîtina Barzanî û Fallon de behsa peşhatên di şerê DAIŞê de hatiye kirin, rewşa operasyona Mûsilê û pêwîstiyên Hêzên Pêşmerge hatine nirxandin.

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Wezareta Berevaniya Brîtanyayê jî daxwaza berdewamkirina alîkariyan kiriye.

Hêjayê gotinê ye, ku Michael Fallon piştî vê hevdîtinê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hate pêşwazîkirin.