00:42:24
Rojava News: Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) di Îlafa Dijbereya Sûriyê de Fûad Elîko ragehand ku, di şanda Opozîsyona Sûriyê de bo danûstandinên Cenêv4 3ê Kurd hene.
Li gor zanyariyên hatine wergirtin; Berê di civînên Cenêva3ê tenê du nûnerên Kurd hebûn, lê niha di şanda dijbereya Sûriyê bo Danûstandinên Cenêv4 3ê Kurd hene.
Li gor gotina Fuat Alîko; Nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) di Danûstandinên Cenêvê de nehatin qebûlkirin. Aşkere kir ku, şand ji 21 kesan pêktê, 10 kes ji grûpên çekdarin, 5 kes ji Îtîlfa Niştimanî û 10 kesên ji Desteya Hevrêziya Niştmanî û kesên serbixwe ne.
Herweha; nûnerên Kurd di şanda dijbereyê de her yek ji Fûad Elîko, Ebdulhekîm Beşar û Hewas Egîd pêk tê.
Berî niha Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) di Îlafa dijbereya Sûriyê de Fûad Elîko ragehandibû ku, di civînên Cenêv4 de sê babetên girin têne gotûbêjkirin ew jî amadekirina reşnivîsa Sûriy, qonaxa hilbijaritê û guhertina siyasî ne.