Print this page

Raporta gendeliyê li ber destê Barzanî ye

02:11:34

 

Rojava News:  Endamekî lêjneya nehîştina gendeliyê li Herêma Kurdistanê dibêje, wan raporta xwe li ser gendeliyê xilas kirine û pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirine.

Endamê lêjneya nehîştina gendeliyê û parlamenterê Kurdistanê, Firset Sofî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, me raporta xwe li ser gendeliyê xilas kiriye û me pêşkêşî Serok Barzanî kiriye.

Firset Sofî her wiha gotiye, piştî ku raport ji aliyê Barzanî ve hat pesendkirin dê demek kurt de were belavkirin.

Wî endamê lêjneya nehîştina gendeliyê eşkere kiriye ku di raportê de li ser tevahiya sektoran agahî hatine komkirin.

Lêjneya nehîştina gendeliyê bi fermana Serok Barzanî hatibû avakirin.