Print this page

ENKS tevlî civîna vê carê ya Astanayê nabe

00:27:27

 

Rojava News: Serokê ENKSê Îbrahîm Biro dibêje, ji ber ku di civîna Astana-2 de dê tenê behsa rawestandina şer bê kirin û behsa pirsên siyasî nayê kirin, ENKSê di Astana 2 de beşdar nabe, lê di kongireya Cenêv-4 de dê 5 kes ji ENKSê beşdar bibin.

Îbrahîm Biro ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, Biryar bû duh (15 vê mehê) li Astana civîneke din derbarê rewşa leşkerî ya Sûriyê birêve çûba, lê ew civîn ji bo îro hat paşxistin. Li Astana yekem peyam derbarê rawestandina şer ji Rûsya re hat şandin û di civîna îro de dê ew pirs bê gotûbêjkirin.

Serokê ENKSê li ser wê yekê ku gelo ENKS dê tevlî civînê bibe yan na jî gotiye, em wek ENKSê di wê civînê de beşdar nabin, ji ber ku dê tenê behsa pirsa rawestandina şer bikin û tê de behsa ti pirsên siyasî nayê kirin. Lê di kongireya Cenêvê de emê beşdar bibin û dê 5 kes ji me tê de beşdar bibin.