Print this page

Li seranserî Rojavayê Kurdistan jiyan bi zorê hat sekinandin!

00:44:48

 

Rojava News: Ji ber girtina rêberê PKKê bi biryarekê bazar û dukanên li seranserî Roajavayê Kurdistanê hatin girtin.

Roja çarşemiyê li hemû bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê ji xeynî navçeyên di destê hikûmeta Sûriyê de, bi boneya salvegera girtina rêberê PKKê Abdula Ocalan, hemû bazar û dukan hatin girtin.

Herwiha Rêveberiya Xweser, li gor biryareke berê ya encumena zagonsaz, roja girtina Ocalan û ji dayikbûna wî, weke bêhnvedaneke fermî ragihandibû, lewma îro dewama fermî ya dezgehên ser bi Rêveberiya Xweser tinebû û bazar jî hatin girtin.

Dîmenên ku ji nav bajarê Qamişlo hatine, nîşan dide ku, tevgera xelkê di nav kolanan de tine ye û hemû dukan hatine girtin.

Li gor agahiyan li bajarê Qamişlo ji tirsa girtinê, gelek kesan bi naçarî dukanên xwe girtin û pabendî biryara Rêveberiya Xweser bûn.

Abdullah Ocalan di 15ê Sibata 1999ê de li paytexta Kenya bajarê Nayrobiyê hatibû girtin û destpêkê bi sêdaredanê hatibû cezakirin, lê piştre di sala 2002ê cezayê wî bo girtina heta hetayî hat kêmkirin.