Rojava News: Li gundê Xerabê Bava ya girêdayî Nisêbîna Mêrdînê, ev 8 roj in qedexeya derketina derve heye. Li gorî nûçeya DÎHABERê heya niha di vî gundî, 3 gundî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin. Her wiha 2 kes wenda ne û 39 kes jî hatine desteserkirin.
Li gorî agahiyên ku gundê Xerabê Bava têne weşandin, êrîş û tehdeyiyên nedîtî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li gundiyan tê kirin. Lê heya niha tu heyetên ku xwestine biçin wê derê nekarine xwe bigihînin gundiyan.
Xizm û lêzimên gundiyên Xerabê Bava ji ser twitter û Facebookê hawarê dikin da ku hin kesên xwêrxwaz bala xwe bidin vî gundî bê çi diqewim e û ji ber çi ev bûyerên aloz rû dane.
00:32:03