02:21:36
Rojava News: Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand, ew bi wê yekê re ne, ku krîza Sûriyê bi rêbazên siyasî were çareserkirin û da xuyakirin, ku ew dewleteke federal û demokrat dixwazin.
Sekretariya Giştî ya ENKSê roja yekşemî 19ê Sibata 2017ê, di derbarê hevdîtinên Cinêv-4 de daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku, ji destpêk şoreşê ve, ENKS ligel çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê bûye.
Di daxuyaniyê de tê gotin, daxwaza ENKSê avakirina dewleteke federal û demokratîk li Sûriyê ye.
ENKS di daxuyaniya xwe de pşiştgiriya danûstandinên Cinêv-4 jî dike û û hêvî dike ku hemû astengî li pêşiya wan hevdîtinan rabin, daku armancên wan danûstandinan pêk bihên.
Di heman daxuyaiyê de, Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê daxwaza veguhastina desthilatê û nivîsandina destûreke nû û modern ji bo Sûriyê dike.
ENKS herwiha destnîşan dike, ku ew bi ti awayî piştgiriya ti konferansekê nakin ku têde mafên netewî yên gelê Kurd li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nepejirîne û neparêze.
Biryar e hevdîtinên Cinêv-4 ên di navbera şandên Dijbere û hikûmeta Sûriyê de, ji roja 23ê vê mehê ve dest pê bikin.
Çend nûnerên ENKSê jî di çarçoveya şanda dijbereyê de, di hevdîtinên Cinêv-4 de beşdar dibin.