Rojava News: Nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navnetewî ya dijî rêxistina tund a DAIŞê, behsa civîna li gel Barzanî kir û ragehand hemahengiya Kurdistanê û Amerîkayê pir giring e.
Nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê Brett McGurk daxuyaniyeke çapemeniyê da û got: ‘’Em gelek aliyên cuda ve alîkariya herêma Kurdistanê dikin, stratejiya me pir ronî ye ji aliyê leşkerî û aborî ve emê alîkariya herêma Kurdistanê bikin.’’
Herwaha got: ‘’Li gel Serok Barzanî serokwezîrê Iraqê, me ew alîkarî gotûbêj kirin û divê em ji wê yekê piştrastbin ku DAIŞ têkdiçe.’’
Li gor zanyariyên BasNewsê, di civîna Barzanî û nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê de nîv demjimêrê zêdetir berdewam kiriye û gotûbêja Kurdistanê û pirsa şerê Mûsil û rêveberiya nû ya Amerîkayê hatiye kirin
2:26:45