Print this page

Pisporên NASAyê ‘di mercên MARSê de’ petat şîn kirin!

13:04:24

 

Rojava News: Pisporê Perûyî yê astrobiyolojiyê yê NASAyê Juan Valdivia-Silva û sêwirînerên Perûyî di nav CubeSat (peyka kabik) a nano de, bi şert û mercên atmosfera Marsê; fişara hewayê pêk anîn û bi çêkirina rewşa nêzîkî axê ceribandina şînkirina petatan kirin.

Di ceribandinan de derket holê ku dema şert û mercên guncaw digel av û madeyên din werin dabînkirin, ti astengek ji bo şînkirina petatan li Marsê tune ye.

Pisporên NASAyê û tîma Navenda Navnetewî ya Petatan, dê ji bo dahatuyê ceribandinên xwe yên peydekirina cinsê petata ku herî baş şîn tê bidomînin.