Rojava News: Nivîskarê Brîtanî Profesor Matthew Goodwin ku li ser encamên hilbijartina parlamena Brîtanyayê ketibû şert û pêşbînîya wî negirt, di weşana zindî de kitêba xwe xwar.
Goodwîn gotibû, ‘Heke Partîya Karkeran rêjeya ji sedî 38ê dengan derbas bike, ez ê di weşana zindî de kitêba xwe bixwim.'
Pêşbînîya nivîskarê Îngilîz negirt û di weşana zindî ya televizyona Skynews de ku beşdarî kir de dest bi xwarina kitêba xwe kir.
Goodwin got, ‘Encam ji pêşbînîya min bi qasî sedî 2 zêde derketin. Ez li ser soza xwe me.'
Profesor Goodwin piştre jî vîdyoya xwarina kitêbê bi şopînerên xwe yên medya civakî re parve kir.