Rojava News: Arkeologan li Nîvgirava Mora ya li başûrê Yewnanîstanê, gorek ji hevseran a beriya hezaran salî, dîtin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Çandê ya Yewnanîstanê de diyar kirin ku hevjînên mijara gotinê di dema 3 hezar 800 sal beriya zayînê, jiyane.
Hestiyê jin û mêr, li şikefta Dîros a li Nîvgirava Mora hat derxistin.
Wezareta Çandê da xuyakirin ku gorên ji hevjînên hev hembêz kirine, kêm tê dîtin û got, "Gora li Dîrosê gora herî kevne ku heta roja îro li ser rûyê erdê hatiye dîtin."
Di encama testên DNA de hat tespîtkirin ku hestiyên li gorê yê jin û mêrekî ciwan in. Her du paralelî hev hatine veşartin.
Di xebatên kolandinê yên par li vê tesîsê bi dawî bûn de, gora zarokekî, ya fetusekî û goreke çar metre berfireh a ji gelek hestiyan hatibûn dîtin.
Di vê gorê de hestiyên bi dehan mirovî hatibûn derxistin.
Wezareta Çandê ya Yewnan got, "Em bawerin ku ev cih, ji bo miriyan lê bicih bike bi hezaran salan hatiye bikaranîn."
Hestiyê jin û mêr, li şikefta Dîros a li Nîvgirava Mora hat derxistin.
Wezareta Çandê da xuyakirin ku gorên ji hevjînên hev hembêz kirine, kêm tê