Print this page

Li Amedê çalakîya zimanê kurdî

Rojava News: Li Amedê ji bo Roja Zimanê zikmakî li bazaran navê fêkî û zebzeyan bi kurdî hatî nivîsandin hate belav kirin.

Meclîsa Konseya Ciwanan a Bajar di çarçoveya bernameyên Roja Zîmanê Dayîkê li bazara li taxa Şehîtlikê ya navçeya Yenîşehirê ya Amedê navê fekî û zebzeyên bi kurdî hatî nivîsandin belav kirin. Xwendêkarên Zaningeha Dicleyê û Berdevkê Komisyona Ziman û Perwerdehiyê yê KCD'ê Îrfan Babaoglu û gelek kes tevlî çakaliyê bûn.

Di çalakiyê de pankarta "Zimanê me rumeta me ye, Bê ziman jiyan nabe" hate vekirin û dovîza "Em perwerdehiyê bi zimanê xwe dixwazin" hate hilgirtin.