Print this page

Modela kurd a Hollywoodê: Sazan Barzanî

Rojava News: Keça kurd Sazan Barzanî ku li amerîkayê dijî û karê modeltiya cilûbergan dike, bi karê xwe niha gelekî navdar bûye û yekemîn keça kurd e ku di wî warî de di asta amrîka û Hollywoodê de deng bide û ber bi stêrkbûn di Hollywoodê de biçe.

 

Sazan Barzanî keçka kurd a xelkê Başûrê Kurdistanê ye ku li bajarê Nashvil a Amerîkayê jidayik bûye û her li wî welatî jî dijî. Ew niha pêngavan ber bi wê yekê dihavêje, ku di warê modelê de bibe stêrek navdar û roj bi roj jî pitir bi navûdeng dibe.

 

Sazan di sala 1989 de li Amerîkayê jidayik bûye û bi xwe dibêje, ku di nava malbateke Rojhilata Navîn de jidayik bûye û malbata wan li Kurdistanê gelekî navdar e.

 

Sazan yekemîn keça kurd e, ku pêngavên wê ji bo ku bibe strêreka Hollywoodê bi başî çûne pêş û girêbestek jî bi çend şîrketan re îmza kiriye da ku kincên wan nimayiş bike.

 

Derberê vegera xwe ya bo Kurdistanê de jî Sazan dibêje: “Niha min plana vergerê nîne. Ez dê li wir xewnên xwe pêş bixim, lê hêvîdaim rojekê bikarim vegerim kurdistanê û mezintirîn navenda fashion û pêşbirka kincan deynêm.”

 

Sazan dibêje, wê her ji zaroktiyê hez ji karê fashionê kiriye, di temenê 19 saliyê de dest bi xwandina online kiirye û hewl daye di wî warî de bi awayekê akademîk bixwîne.

 

Sazan Barzanî di tora civakî ya Instagram de jî wêne û vîdeoyên xwe û karê xwe belav dike û nêzîkî 200 hezar kes hesaba wê dişopînin û roj bi roj hezkirîyên karê wê zêdetir dibin.