Print this page

Dê “Rambo” filmekî li şerê kurda û DAİŞê çêbikî

Rojava News: Aktorê navdarê amerîkî  Sylvester Stallone ku zêdetir wek “Rambo” tê nasîn, eşkee kir ku dê fîlmekê li ser şerê DAIŞê çêbike. Hat gotin di wê fîlmê de şervanên Kurd  û hêzên Pêşmerge jî dê cih bigirin.

 

Rambo, li bajarê San Diego yê Amerîkayê di pêşangeha salane ya fîlm û romanên karton, ku wek kongreya “Comic-Con” tê nasîn, ragihand, dê li ser şerê DAIŞê fîlmekê çêbike û da zanîn, amadekariyên kişandina fîlmê dest pê kirine.

 

Rambo anî ziman ku navê wê fîlmê “Xwîna Dawî” (Last Blood) ye û beşek ji dîmenên fîlmê dê li Sûriye û Iraqê werî  kişandin.

 

Hat zanîn ku di fîlma Rambo de dê Pêşmerge û şervanên YPGê jî cih bigirin.

 

Yekemîn xelekfa rêzefîlma Rambo, li ser şerê artêşa Amerîkayê li Viyetnamê bû.  Navê wê xelekê “Xwîna Yekem” bû.