Print this page

Li ser internet lîtra şîrê dayikan bi 135 dolara difroşin

Rojava News: Êdî şîrê dayikan jî dest bi firotina wê hat kirin ku heta niha firotina şîrê dayikan nedihat bîra çi kesan.

 

Li gorî nûçeyeka New Yor Times li Amerîka kompanîyeka bi navê Prolecta Bioscience bi gujmê 46 milyon dolaran taybet bo firotina şîrê dayikan hatîye damezrandin, ew kompanî ji sedan jinan şîrî dikire û paşê difroşe.

 

Herwesa litra şîrî nêzîkî 135 dolaran tê frotin ku li destpêkê bi tenê bo zarokan dihat bikar anîn lê niha kesên mezin jî şîrê dayikan veduxun.

 

New York Times dîyar dike ku niha li gelek malperên Înternêtê da hatine belav kirin ku kesên dixwazin şîrê xwe bifroşin û kesên dixwazin şîrî bikirin bi du rengên cuda hatîye dayar kirin.