Print this page

Şerê DAIŞê hilbijartina şahciwana Kurdistanê da sekinandin

Rojava News: Çalakiyên hilbijartina şahciwana Kurdistanê hatin sekinandin.

 

Ev çend sal in li Başûrê Kurdistanê şahciwana Kurdistanê tê hilbijartin lê ji ber şerê DAIŞê ji par ve ev çalakî hatiye sekinandin.

 

Çalakiyên hilbijartina şahciwana Kurdistanê dê heta heyamekê were sekinandin.

 

Yekemîn şahciwana Kurdistanê sala 2012ê hatibû hilbijartin û keça bi navê Şênê Ako bibû xwedana taca şahciwaniyê. Duyemîn şahciwan jî sala 2013ê hatibû hilbijartin û keça bi navê Fênik Mihemed wek bedewa Kurdistannê hatibû hilbijartin.

 

Par jî ji ber şerê DAIŞê û hurmeta şehîd û qurbaniyên şer, şahciwana Kurdistanê nehat hilbijartin