Print this page

Zarokên Koreyî Hatin Batmanê

Rojava News :60 zarokên Koreyî ji bo aştiyê hatin Amedê û Batmanê û li van bajaran sitran gotin û dia kirin.

Zarokên Koreyî çend rojan li ser hev li Amedê û Batmanê geriyan û li kolana Gulistanê ya Batmanê sitran gotin, lîstikên xwe yên herêmî lîstin û herî dawî jî ji bo aştiyê dia kirin.

Ev çalakiya rengîn bala Welatiyên Batmanê kişand û ew bi kêfê li lîstika zarokan temaşe kirin.

Mamosteyên zarokan jî bi welatiyan re gotobêj kirin. Piştî merasîma diayê çalakiya zarokên Koreyî bi dawî bû.