Rojava News: Di nava wêneyên Antuan Surugîn de wêneyê hunermendên jin ên Kurdên Xorosanê, jinên Lor, Lek û Soran hene.
Yek ji kesên ku herî zêde û baş wêneyê jin û keçên Kurd ên serdema Qacariyan li Rojhilatê Kurdistanê girtiye, wênegirê Rûs ê navûdeng Antuan Surugin bûye. Vî wênegirî gelek caran serdana herêmên Loristan û Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê kiriye û arşîvek giring ji dîmen û wêneyan kom kiriye.
Lê belê jiber ku pêwendiyê Surugîn ligel reformxwazên wê serdemê yên Îranî hebûye, zilamên desthilatê demê Mihemed Eli Şah di sala 1908’ê de bombe dixin nav arşîva wî û diteqînin. Pênc hezar wêneyan dişewitînin ku piraniya wan wêneyan yên Kurdistanê ne. Ji van wêneyan tenê 2 hezar wêne hatine rizgarkirin.
Di nava wêneyên Antuan Surugîn de wêneyê hunermendên jin ên Kurdên Xorosanê, jinên Lor, Lek û Soran hene. Her wiha wêneyê jinên koçer, yên li kolanan jî hene. Surugîn gund bi gund geriy aye û wêneyên nûwaze girtine.
Yek ji wan wêneyên ciwan ê Surugîn jî ewe ku jinên sema û dîlanê digêrin, girtiye.
Antuan Surugîn kî ye?
Wênegirê Rûsî Antuan Surugîn ji bavek Rûs û dayikek Gurcî ye. Bavê wî rojhilatnas û dîplomate û di navbera salên 1830-70’yan de li Îranê maye. Surugîn jî li gel birayên xwe li Tebrîzê mezin bûye.
Surugîn li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê geriyaye û wêne girtine.




