Print this page

Îkwador bi çandina 600 hezar şitil kete pirtuka Gînîsê

Rojava News :Welatê Îkwador bi tomarkirina hejmarek nû li çandina şitil di yek rojê de navê ketiye pirtuka Genîs.

Li gor nûçeya ajansan ew welat roja şemiya borî bi beşdariya 44 hezar welatî û bi amadebûna serokwezîrê welêt Refaîl Korya di yek rojê de 647 hezar û 250 şitil li welatê Îkwadorê hatine çandinê û bi vê hejmarê çûye pirtuka Genîsê.

Pêştir Îkwador di bin destê welatê Filipînê de bûye lê belê niha Îkwador bûye xwediya wê rêkorê ku navê wê bikeve pirtuka Genîs, eve jî di demekê de ye ku di dema borî de zêdetir li 10 welat ew rêkor şikandine lê biser neketine..

11:30:05