Rojava News :Beriya çend rojan, Xelata Nobelê ya sala 2015 ya kîmyayê hate pêşkêşkirin ji 3 zanistyar ku yek ji wan Kurdekî xelkê bajarê Mêrdînê yê bakûrê Kurdistanê bi navê Azîz Sancar e.
Ew her sê kesên zana ew xelat wergirtin ji ber lêkolînên wan yên derbarê sîrkeya DNA`yê ku pêwendî bi nexweşiya penceşêrê ve heye.
Di sala 1901`an ve yekem xelata Nobelê hatiye dayîn û heya niha 107 xelatên Nobelê ya kîmyayê hatine pêşkêşkirin.
Prof. Dr. Azîz Sancar xelkê navçeya Stewrê ya Mêrdînê ye û ji dayîk bûye sala 1946`an e, xwendina xwe ya seretayî û navendî li Stewrê ya Mêrdînê temam kiriye û piştre jî xwendina zanîngehê li zanîngeha pizîşkî ya Stenbolê temam kiriye. Piştî ku 2 salan li Stewrê doktorî kir ew çû Emerîka û li zanîngeha Dalas ya wîlayeta Teksasê xwendina xwe ya doktoriyê di warê DNA de berdewan kir û di sala 1977`an de ew xwendin temam kir.