Rojava News: Madeya mîna kefê ya ku bi destê zanyarên çînî hat çêkirin, li dijî derbeyeke ji tonekî girantir a li ser santîmetreçargoşeyekê li ber xwe dide.
Zanyarên çînî madeyeke super a 'bi qasî perikê sivik ji polayê bihêztir" kewş kirin.
Lêkolînerên Enstîtuya Seramîkê ya Şanghayê ya Akademiya Zanistan a Çînê daxuyandin ku wan, ew madeya ku mîna kefê ye ji tubên grafenê yên ku bi navê "xîçê mûcîze" tê zanîn çêkirin. Zanyaran diyar kir ku wan ev xîç guhastin û gihandin binyadeke ku hucreyên wan mîna almastê biryardar in.
Lêkolîneran destnîşan kir ku ev madeya ku teze hat kewşkirin, bêyî ku bitewe û xwar bibe 40 hezar qat ji giraniya xwe zêdetir giraniyê hildigire.
Kefa ku ji madeya grafendenê hat çêkirin li dijî derbeyeke ji tonekî girantir a li ser santîmetreçargoşeyekê li ber xwe dide. Ev miqdar tê beramberê fişara Çala Marînayê ya ku wekî kûrtirîn cihê dinyayê tê qebûlkirin.
Lêkolînerên çînî diyar kirin ev madeya ku wan nû kewş kir, ji madeyên ku beriya niha ji grafenê hatibûn çêkirin saxlemtir e û hê zêdetir li ber xwe dide.
Bal hat kişandin ku ev made li dijî germahiyê jî li ber xwe dide. Ji ber vê jî dikarin di pêçana rûyê tankan de were bikaranîn. Herwisa gotin dibe di îmalata zirxên sivik ên leşkeran de jî were emilandin.
Ev kewşa nû di kovara "Advanced Material"ê de jî hat weşandin.