Rojava News: Balyozê Erebîstana Siûdî li Baxdayê ofîsa xwe ya nû vedike û biryare piştî vê yekê konsolxaneya vî welatî yê Hewlêrê jî bê vekirin.
Roja 15’ê Kanûnê 35 karmendên Balyozxaneya Gitştî yê Erebîstana Siûdî gehiştine Bexdayê. Hate ragihandin ku Balyozê Erebîstanê li Baxdayê Samîr Sebhan jî sibe (17’ê Kanûnê 2015) tê Baxdayê û dest bi kar dike.
Biryare piştî vekirina Balyozxaneya Bexdayê, Samîr Sebhan bê Hewlêrê û Konsolxaneya welatê xwe li paytexta Herêma Kurdistanê jî bi awayek fermî veke.
Piştî ku rejîma Sadam di sala 1990’î de Kuweyt dagir kir, Erebîstana Siûdî pêwendiyên xwe yên diplomatîk ligel Iraqê birîn û balyozê xwe yê Bexdayê vekêşand. Piştî hilweşandina rejîma Sadam di sala 2004’ê û pêve pêwendiyên herdu welatan asayî bûn lê belê, jiber hejmûna partiyên Şie yên li ser desthilatê, pêwendiyên herdu aliyan dîsa nakok bûn.
Berovajiyê Iraqê, pêwendiyên Hewlêr û Riyadê baş in. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî demek beriya niha serdana Erebîstanê kiribû û ligel Şah Salman hevdîtin pêk anîbû.