Rojava News: Li Bakurê Kurdistanê gola Çildirê ku di navbera Bajarê Qersê û Erdexanê de ye tevî sir û seqama ku heye cardin malawani dike ji nêçîrvanên deverê re.
Li Bakurê Kurdistan bajarên bakurê rojhilat di heyvên çile de gelek sar dibin û ava vexwarinê jî di qerisê.
Li gola Çildirê ya girêday bi bajarê Qersê sitûrbûna ava qerisî digihê 40 cm û masîgir bi tevr û bêran cemedê dişkînin da masiyan bigrin. Ji ber ku debara deverê li ser wan masiyane.
Nêçîrvan di sermaya dibin sifrê 20 pileya de li gola Çilidirê pey masiyan dikevin.





