Rojava News: Di helmeteke taybet de endamên navenda Sulav ya çalakiyên sivîl bi alîkariya komela Elweten ya Xêrxwazî li cihên akicîbûna derbderên Sûrî diyariyên sersalê li zarokan belav kirin .
Gurûpê Sulav cil û bergên kultorî yên pêkhateyê Sûrî li ber xwe kiribûn, û bi hilgirtina xelatan, seredana komelgihên derbederê Hums û Dêrazorê li Hesekê kirin .
Dr. Mihemed Xêr Necarî rêveberê navendê got :" Ev nameya meye ji dezgihên navdewletî re ku ahingên salane dibûrin bêy ku riya xwe li zarokên Sûriya bêxin , ev xelkê ku Îro hatine li hesekê bijîn birayên me ne çawa Kurd û Ereb û Siryan pêkve dijîn emê bi wan re jî bi biratî bijîn, me xwest kêfxweşiya sala nû derbasî henasên zarokên wan bikin berî zarokên xwe" .
Rifat Hacî
12:41:06