Print this page

Xuleke fêrkirina pîşesaziya neqişkirinê li kampa dareşekranê hate vekirin

Rojava News: Duh li kampa Dareşekranê Xuleke nû ji pîşesaziya neqişkirinê li ser caw hate vekirin.

Li sentera Qedrîcan ya bi ser xêrxwaziya Barzanî ve li kampa Dareşekranê ya penaberên kurd li herêma kurdistanê , bi alîkariya rêxistina jim.net a Yabanî xuleke fêrkirina neqşesaziyê (tetrîz) ji jin û keçên penaberên kampê re hate duristkirin .

Rêveberê sentera navborî Mustefa Xelîl got: pêdivya xelkê kampê bi pîşesaziyan gelekî heye û mifayê jê digirin ,him ji aliyê darayî ve ji ber rewşa penaberan ya aloz , û him ji aliyê civakî û derûnî ve ku jin û keçên kampê derfeteke bihinvedanê ji xwere dibînin di kêlîka rahênerkirinê de bi biyaniyan re .

Rifat Haci