Print this page

Jinan li beranber Teksiya pembe helwestê tund nîşandan!

Rojava News: Li beranber teksiya pembe jinan helwestê tund nîşandan û gotin “em lê siwarnabîn, şuna teksiya pemba hûn bibin mirov û tundiya nekin”

Ji bo jinan bernameyeke teybet bi teksiya pemba li Sivasa Tirkiyê ji aliyê Gokhan Şimşek ve hate destpêkirin. Teksî wê ji 08:00 ta 20:00ê şev kar bike ji bo raviyê jin.

Berî niha li çend deverê dinyayê jî ew bernameya “Ji bo jinan teksiya pemba” hatibû birêvebirin.

Şaredarê Sivasê bi rêwremekê bernameya teksiya pembe ji xelkê re pêşkeşkir herweha di axaftina rêwûresmê de jî got; “Di teksiya de gelek caran li beranber jina destdirêjî û tundî tê kirin, ji bo ku em karibin pêşiya wan kiriyaran bigrin bi wê bernameyê em dixwazin hewl bidin”

Lê mixabin jin weke Şaredarê Sivasê nafikirin û dibêjin;

-Bi vê bernameyê jin bêtir dibin ermanc.

-Eger hun piştgiriya teksî û pasê pemba bikin wê demê hun jina weke sedema destdirêjî û tecavuzê jî dibînin.

-Bedêla ku hûn teksiyê pemba çêbikin kolan û otomobîlên xwe bikin cîhê aramiyê.

-Teksiya pemba tê wê wateyê ku “Hun xwe biparêzin”

-Çareserî ne teksiya pembaye. Bila zilam bibin mirov.

Hat zanîn jin naxwazin li teksiyê pembe siwarbibin.

 

11:35:28

Şanaz Emin