Rojava News: Hin zaniyarên Brîtanî karîbûn piştî lêkolînekê tekez bikin, ku zarokên serhişk ango berxwedêr, di meznahiya xwe de, bêhtir ji yên sernerm biser dikevin.
Lêkolînê ligel zarokên kêmî 12 salan dest pêkiribû. Di wê demê de zaniyaran têbîniyên xwe tomar kiribûn û piştî 40 salî, ji nûve lêkolîn hate pêkanîn û di encamê de diyar bû, ku ew zarokên serhişk, ku temenê wan gihabû 52 salan, bêhtir di jiyana xwe de serkeftî bûn.
Zaniyaran gotin, ku ew zarokên li dê û bavê xwe gudarî nedikirin û erkên ku wan datanîn bicîh nedikirin bêhtir di pêşeroja xwe de biser ketin û wisa jî, ew kesên ku ne li gorî daxwaza dê û bavên xwe, rêya jiyana xwe bijartin, serkeftî derketin.