Rojava News: Li ser malpera meclisa netewî wiha hat daxuyandin, di hilbijartina parlementoyê da Ngûyen Thî Kîm Ngana 61 salî ji sedî 95,5an deng hildan û bû yekemîn seroka meclisê ya jin.
Di nûçeyên çapemeniya herêmî da jî ev xeber wiha hat parvekirin, di kongreya Partiya Komunîst ku tekane partiya qanûnî ya welêt e da, di çarçoveya pêvajoya hilbijartinê da Nganê sond xwar û dest bi wezîfeya xwe ya nû kir.
Ngana ku di kar û barên cuda yên dewletê da xebitî bû, ev 5 sal bûn ku alîkariya serokê meclisê dikir.
Di vê navberê da wê îro di parlementoyê da dengdayin bê kirin, Trûong Tan Sangê Serokê Dewletê ji wezîfeyê bê dûrxistin. Tê texmînkirin ku wê Tran Daî Qûangê Wezîrê Ewlehiya Kamuyê bînin cihê Trûong.
Herwiha tê çaverêkirin ku Ngûyen Xûan Phûcê Alîkarê Serokwezîr jî bikin Serokwezîr.
12:45:29