12:11:53
Rojava news: Sultan Kosenê ji Mêrdînê yê ku bi bejna xwe ya 2 mêtro û 51 santêmêtro wek "zilamê herî dirêj ê dinyayê" tê qebûlkirin, ji bo di fîlmeke Hollywoodê da bilîze amadehiyan dike ku here Amerîkayê.
Kosenê ku ji sala 2009an vir va di Kitêba Rekoran a Guinnessê da wek "zilamê herî dirêj ê dinyayê" tê qebûlkirin daxuyand ku : "Ber3i 2 salan hin senarîst û çêkerên fîlman ên ji Amerîkayê teklifa lîstikvaniyê li min kirin."
Kosen destnîşan kir ku ji bo fîlmekê teklif qebûl kiriye û got ku wê kişandina fîlm 2 meh li Hollywoodê dewam bike û wiha dewam kir: "2 sal berê ji bo fîlman teklif hatin. Ez û menajerê xwe bi hev şêwirîn. Mijara fîlmê xweşa min çû û çendek berê senarîst hat Mêrdînê. Ez ê di fîlm da bi kesekî ku dest û piyên wî tunene ra bilîzim."
Kosen diyar kir ku piştî fîlmê li Hollywoodê wê ji bo fîlmeke din here Avusturyayê.