Rojava News: Li ser 216 pitik ê ku herî mezin 12 heyvî bû lekolînek hatiye pêşxistin, li gor encamê lêkolînê hat dîtin, zaroka kêm xew, hinek helwest û tevgerê berî xewê jibîr dike.
Tîmek ji Zaningeha Sheffield ya Brîtanî encamê lekolînekê weşand ku têdê liser peyvendiya xew û fêrbûnê disekini.
Li gor wê raportê beriya xewê xwendina pirtûkan ji bo bîr a mirov gelek ciyekî girîng digrê.
Xew a demê pitikbûnê ji bo fêrbun û bîr e ji hemû dema bêtir bi sûde. Ji ber ku dema pitikbûnê dema xewa herî dirêje.
Fêrbe, bixewe, dûbare bike
Li gor lêkolînê vekolîneran, pitikê 6 ta 12 heyvî berî xewê fêrî 3 tişta kirin, piştrejî bi dore hinek di dema wê de xwandin, yê din jî ya bi derengî razandin an jî bê ku têr xew bin şiyarkirin.
Roja din pitikê têr xew tiştê ku ji wa re hatibû nîşandan karibûn dûbare bikin, lê yê kêm xew û bêxew bêtirî xwe jibîrkiribûn.
Dr. Jane Herbert profesorê Psikolojî yê zanîngeha sheffieldê di derbarê vekolînê de got; Ji bo zarok û pitika berî xewê pirtûk xwendin dibê sedema sûde ke mezin.