14:03:46
Rojava News: Jêderek ji Polîsa Ferensî tekez kirin ku, pênc çekdarên nenas êrîşî stêrka navdar Kîm Kardîşiyan kirin, û jêrî gefa çekan di hotêlekê de li Parîsê zêrên wê yên bi milyonên dolaran dizîn, bê ku ti kes birîndar bibe.
Li gorî ajansa Royterz ku wan çekdaran, nêzîkî demjimêr 3 sibehê, êrişî Kardîşiyan kirin.
Ji aliyê xwe ve, kenala CNNya Amerîkî ragihand ku çekdarin rûpêçayî Kardîşiya di odeyekê de li Hotêlekê li Parîs girtin, û ew yek bû sedema birandina hevjînê wê, stranbêjê Rap “Kanî Wîst” ji ahengeke xwe re li Niyûyork, û amaje kir ku rewşek malbatî awarte heye.