Rojava News: Li Hewlêr`ê parêzerek bowan kesan dike ku dixwazin navên xwe ji Erebî biguhrin bo navên Kurdî belaş kar dike.
Parêzerê bi nave Rêbîn Sebah ku parêzerekî gênc e û li bajarê Hewlêrê ye, biryar daye ku bi belaş kar ji bo wan welatiyan ku dixwazin navên xwe ji Erebî bo Kurdî biguherin bike.
Parêzer Rêbîn Sebah di daxuyaniyekê de ragihand ku, heya niha gelek kes li jêr bandora ol û çanda Erebî de ne ku navên Erebî ji bo zarokên xwe hildbijêrin ku eve ji aliyê ferhengê ve gefê li ser Kurdistan`ê dirust dike, lewra min biryar daye ku ji niha û pêve bi bê beramber mameleyên jibo kesên dixwazin navên xwe ji Erebî biguherin bo Kurdî li dadgehê bikim .
Navborî got: Her kesên ku dixwazin wê karî bikin, ez ji wan daxwaz dikim ku peywendiyan digel min bike daku ez mameleyên wan di çend rojan de temam bikim û navên Kurdî yê ciwan li wî bikin.