12:36:12
Rojava News: Berdevkê Desteya Tûrîzmê, amaje bi vê yekê dike ku tenê ji bo sersalê 45000 geştyar(tûrîst) serdana bajarên Kurdistanê kirine û di meha bê de jî festîvala Xilîskana ser berfê li çiyayên Kurdistnaê tê encam dayîn.
Berdevkê Desteya Tûrîsm a Herêma Kurdistanê, Nadir Rostî ji bo BasNewsê ragehandiye ku: Bi sedema hatina sersalê zêdetir ji 450000 geştyar serdana bajarên Kurdistanê kirine lê belê piraniya vê hejmarê ji bo bajarê Silêmaniyê û Hewlêrê bûne.”
Wî berpirsî ev yeke jî tekez kir ku ev hejmare tenê yê başûrê Iranqê nebûye û geştyarên Îranê jî serdana hêrêmê kirine û herwiha li deriyê Îbarahîm Xelîl de jî geştyar hatine lê belê heta niha hejmar bi temamî yek alî nebûye.”
Di berdewamiyê de dibêje ku:”Wek desteya giştî ya ftûrîzmê me projeyeya xilîskana ser berfê li çiyayên Kurdistanê de heye û çendîm projeyên me yên din hene ku di meha bê de emê pêşkêş bikin.