Print this page

Raporteke Mafnasiyê: Guhertina Dîmugrafî Gefê li Pêkhateya Civakî Û Niştimanî li Sûriyê Dike

3:21:37 AM

RojavaNews: Raporta navenda Sûrî ya xwendinên yasayî anî ziman ko siyaseta koçberkirina neçar û guhertina dîmugrafî ya ko hêzên rêjîma Esed tevî hevalbend û milîtanên wê dikin gefê li pêkhateya civakî û nasnameya niştimanî li Sûriyê dike.

Raportê got ko koçbekirin bi şêweyekî rêbazkirî û berfireh bi destê rêjîma Esed pêk tê, û Rêjîmê ji destpêka şoreşê ve istiratîciya jihevxistina civaka Sûrî di riya gurkirina dijberiyê di navbera pêkhateyên ku şerê hev dikin pêk tîne, ew pêkhateyên wek (Sine-Şî’a, Ereb-Kurd, Pirnetew-kêmnetew, civaka bi Rêjîmê re ye-civaka bi opozisyon re ye).

Istiratîciya Rêjîmê rê li ber pirojeyê (wilayeta Elfeqîh) vekir, ji bo vî şerê ku li Sûriyê dibe armanca wî ji şoreşa li dijî zordariyê biguhêze ber bi hevrikiya di navbera Sine û şî’a de, û şî’a germ bike û wan tev rake tako bibin êzingên evî pirojeyî yê ko dixwaze herêmê têxe bin desthilatiya Îranê.

Navend dibîne ko siyaseta koçkirinê ew xala hevbeş e di navbera Îran û Esed de, tevlî newekheviya daxwaz û amancên her aliyekî, Esed li deverên ku xelkê li wir serî li dijî wî hildane dide û dixwaze dîsa Sûriyê bi tekûzî kontrol bike, û Îran dixwaze guhertina dîmugrafî pêk bîne ji bo hebûnekê ji xwe re li ser xakê çêbike, û ta ku karibe pêvajoya operasiyona aştiyê li Sûriyê kontrol bike dixwaze navend be ne li keviyê be.

Raporta navendê dibîne ko amancên Rêjîmê ji koçberkirinê “dixwaze qeyranên xwecihî û yên navdewletî peyda bike, û xelkê hogirên şoreşê yên li herêmên ko li dijî wê raperîn kirine koçber bike ”, û rêbuhêrka sînordaşî ya bi Libnanê re û derdorê paytextê dabîn bike û şoreşgeran di herêmekê de dorpêç bike, û ji ber ku hêzên Rêjîmê pir jihevketine bi sedema jihevbelavbûna aniyên şer, vê yekê hiştiye ko Rêjîm opozisyona çekdar û hogirên wê ber bi parêzgeha Idlibê ve koçber bike.

Raporta navendê destnîşan kir ko Îran dixwaze guhertina dîmugrafî li hin herêmên Sûriyê  pêk bîne, yan bi riya hêza leşkerî wek ko li Elqisêr û Elqelemûna rojava û hin herêmên gundewarê Şamê çêbû, an jî bi riya hêza nerm wek (kirîna xanî û çêkirina piroje û bergiritinan û çêkirina lihevkirina olî û civakî)

Raportê tekez kir ko Rûsya “di armanca guhastina şoreşgeran ber bi Idlibê ve û komkirina wan li wir beşdar e, ko sîwaneya asmanî li ser wê hêsan dike, û buhayê kirdeyên pevçûnê li piraniya herêmên Sûriyê ji Bakurê Helebê heta bi gundewarê Şamê ji aliyê başûr de li ser wê siviktir dike, wê ji ezmûneya xwe ya li Şîşanê sûde wergirtiye.”