Print this page

Pirojeyek Ji Bo Amadekirina Jêrxana Gundewarê Idlib Û Navendeke Bijîşkî Li Başûrê Helebê Hat Vekirin

11:18:49 PM

RojavaNews: Rêkxistina “Desteya Mirovî” doh roja çarşembê dest bi pirojeyê avrêjê û avdanê û dibistan û kampaniyên paqijkirinê li heft gundên bi ser herêma Erîha ve û çalakiyên sivîl kir, û yekem navenda bijîşkî vekir da karibe xizmeta şêst gundî li herêma badiya gundewarê Helebê yê başûr bike.

Endazyar Ehmed Şihadê yê çavdêr li ser “desteyên mirovî”, diyar kir ko piroje ji bo amadekirina avanî û hawizên avê û çêkirina odeyan ji motorên kehrebê re û çaksazkirina pampên avê û amadekirina hemû xetên avê bikin, û deboyên sotemeniyê yên zemînê pêşkêş bikin û wan bicî bikin.

Piroje amadekirina toreya avrêjê dike û amadekirina terektoran û bikaranîna wan ji bo guhastina gemarê û amadekirina çend dibistanên wêrankirî, û Şihadê destnîşan kirko ev piroje piştgiriya encûmena xwecihî bi alavan ji bo birêveberiya gemara hişk , û piroje 30 derfetên kar li heft gundan dabîn dike.

Her weha çalakiyên sivîl û xwebexşan yekem navenda bijîkî vekir ji bo xizmeta şêst gundî li herêma badiya gundewarê Helebê yê başûr, ko heşt bijîşk û berdestên wan karê xwebexşî dikin, û nexweşên hewcedarî çareseriya bi lez û hin nexweşiyên sivik pêşwazî dikin.

Berpirsiyarê nivîsgeha bijşkî yê “Birêveberiya tendiristî ya Heleba azad”, Xêro Elxêro got ko navenda bijîşkî li gundê "Beya'îyet Eldeneş" ya bi ser bajarokê Elbiwêder vevekirine, ji bo xizmeta 36hezar kesan li ser şêst gundî belavkirî ne dike. Û bal kêşand ser ko ew navenda bijîşkî ya bi tenê ye li herêmê û bê turumbêla ambûlans kar dike.

Jêrxana herdu parêzgehan Idlib û Heleb ji hêla hêzên rêjîmê û firokên Rûsî bi berdewamî wêraniyê dibînin, yên ko rê, nexweşxane, firne û jêderên av û kahrebê amanc dikin, û bûn sedema ku bi sedhezaran sivîl tevlî zarok û jinan hatine kuştin û birîndarkirin.