11:27:45 PM
RojavaNews: Duhî roja çarşemê, NY kuştina bi dehên sivîlan ragihand, û tekezî li ser dorpêçkirina zêdetir ji sed hezar sivîlî kir, bi sedema bombebarankirina Reqê, û herwiha milîsên "QSD" bi encamdana tawanan gunehbar kirin.
Komisyarê bilind ê NY yê karubarên mirovî, Zêd Re'ed Elhusên, got ku zêdetir ji 173 sivîlan bi sedema bombebarankirina esmanî û zemînî li Reqê her ji destpêka cehzeranê hatine kuştin.
Elhusên amaje bi dorpêçkirina zêdetir ji 100 hezar kesî li bajarê Reqê kir, ku asê mane û rastî astengiyan dibin, yan bi sedema rêgirtina çeteyên rêxistina DAIŞ û bikaranîna wan wek mertalên mirovî yan ji ber dorpêçkirina wan li ser hêlên şer di navbera hêzên dijber de.
Elhusên diyar kir ku tawan û ziyan li ser destê çekdarên "QSD" li navçeya Reqê hatine pêkanîn, ji kiryarên talankirinê û revandin û girtinê û leşkerkirina zarokan, û Elhusên cext li ser giringiya rêzgirtina yasa navdewletî û standina rêşûnên parastinê kir.
Hêjayê gotinê ye ku Hevpeymaniya Navdewletî bi bikaranîna "fisfora spî" di bombebarankirina Reqê de mukur hatibû, û ligor gotinên çalakvanan, zêdetir ji 28 sivîlan û birîndarbûna hinên din bi sedema wê yekê hatibûn kuştin, herwiha ku her ji çend heftiyan ji aliyê hêzên "QSD" û bi piştgiriya Hevpeymaniya navdewletî êrîşên berfireh li ser bajarê Reqê ,wargeha rêxistina DAIŞê, pêk tên. Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî - Wekalat