Print this page

Raporeke Mafnasiyê: 13 Hezar Girtî bi Destê Rijêma Esed bi Eşkencê Hatine Kuştin

10:35:22 PM

RojavaNews: Tora Sûrî Ya Mafê Mirov di rapora xwe ya salane de, bi helkefta roja cîhanî ya alîkariya qurbaniyên eşkencedanê, kuştina nêzîkî 13 hezar girtî, 161 zarok û 41 jin di nav wan de hene, bi kiryarên eşkencekirin û lêdanê di girtîgehên Rijêmê de her ji sala 2011an dîkomînt kiriye.

Herwiha di raporê de kuştina 30 girtî (zarokek û 13 jin di nav wan de hene) li ser destê rêxistina DAIŞê, hatine dîkomîntkirin, û têde hatiye ku DAIŞ di dadgehkirinên û meydanî yên sextet de ji girtiyan re fermanên mirinê û eşkencedanê û bidarvekirinê û kuştinê bi awayên hovane û kirêt bê rêzgirtin li piransîpên yasa navdewletî yan yasa mirov ya navdewletî distîne, û ew dadgehkirin dikevin li nav rêza "tawanên şer".

Û kuştina 26 girtiyan li bakurê Sûriyê bi lêdan û eşkencedanê di girtîgehên milîsên PYDê de (zarokek û du jin di nav wan de hene) ji aliyê Torê ve hatine dîkomîntkirin, û rapora salane diyar kiriye ku ew hêz bi hîç awayê rêzê li piransîpên yasa navdewletî yan li yasa mirov ya navdewletî nagirin.

Di raporê de zêdebûna kiryarên eşkencedanê di derheq girtiyan de ji aliyê bereya fetih Elşam hatiye tomarkirin, û tevî bilindbûna hejmara mirinên bi sedema eşkencedanê di girtîgehên wê de, her ji nîva sala 2016 an bi kuştina 17 girtiyan.

Raporê tekez kiriye ku eşkence bi awayekî asayî û berdewam di girtîgehên Rijêmê de bi awayekî " hovane û kirêt" dibin, û li gelek caran eşkencedan li ser bingeha mezhebî dibe, û raporê bal kişandiye ku amarên wan amaje dikin ku rêjeya 87 % ji girtiyên hatine serjimêrkirin di girtîgehên Rijêmê de ne. Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / wekalat