Print this page

"Human Rights Watch" Zanyariyên Nû derbarê Kuştina Penaberên Sûrî li Libnanê Eşkere Dike

2:15:03 AM

RojavaNews: Dubare rêxistina "Human Rights Watch" daxwaza encamdana lêkolînek giştgîr û serbixwe li ser kuştina penaberên Sûrî di girtîgehên artêşa Libnanê de ji encama eşkence û lêdanê û serederiya xirab ji hikûmeta Libnanê kir.

Wek tê zanîn milîsên Hizibulah û aliyin yekîneyên artêşa Libnanê hilmeteke serdegirtin û girtinê li dijî kampên penaberên Sûrî li bajarokê E'rsal pêkanîbûn, û têde 19 kes bi eşkencê hatibûn kuştin, û ligor hin nûçeyan 10 kesên din şehîd ketin, û zêdetir ji 350 penaberan hatine girtin.

"Human Rights Watch" di raportekê de li roja pêncşemê 20'ê tîrmehê tekez kiriye ku rê bo wê nehat dan ji aliyê artêşa Libnanê ve bo pêkanîna lêpirsîn û lêkolînan  ligel hin penaberên Sûrî yên girtî di girtîgehên Libnanê de, û herwiha nehiştin  ew ligel birîndaran û kesukarên qurbaniyan hevdîtinê bike, tevî ku wan daxwaznameyek bo vê yekê her ji 10'ê tîrmehê de dabû artêşa Libnanê.

Rêxistinê diyar kir ku heta niha hêç bersivek nehatiye dan li ser daxwaznameya wê ya ji bo serdana bajarokê E'rsal ji bo dîtina şahidhalan, û di raporta xwe de bal kişandiye ku efserekî artêşê ji rêxistinê re got: ku "artêş drstûrê nade rêxistinên ragihandinê bo serdana E'rsalê bikin ".

Raportê amaje kiriye ku sizanekirina gunehkarên tundûtûjî kirine, li Libnanê bûye arîşeyek berdewam, û dema dadpirsîn li gel berpirsên mirina bi sedema eşkencê û riftarên xirab dest pê dike, encamên wan dadpirsînan têne veşartin, û lêpirsînên wan bi dawî tên bê belavkirina encaman, tevî ku yasa navdewletî Libnanê neçar dike ku encamên lêkolînên derbarê mirina girtiyan di girtîgehan de eşkere bike û berpirsên wan siza bike.

Rêxistina navdewletî li ser zarê pizîşkekî pispor di biwarê dîkomîntkirina eşkencedanê de gotiye ku ji aliyê wî sê wêne pişkinîn bûne ku ji aliyê parêzerên malbatên qurbaniyan hatibûn pêşkêşkirin, ku di wêneyan de şûna lêdanê û birînan li ser leşê qurbaniyan diyar dibin, û heman pizîşkî got: ku " birîn nîşanên eşkencedana laş in", û got ku " her raporteke bêje ku mirina wan kesan sirûştî ye, ligel wan wêneyan nagunce ".

Herwiha di raportê de li ser devê pênc girtiyên berê hatiye tekezkirin ku ew ji aliyê serbazan hatine eşkencedan û lêdan û riftarên xirab ligel girtiyên din hatine pêkanîn".

Rêxistinê li ser zarê şahidhalekî ji bajarê E'rsal gotiye ku wî "34 girtiyên berê dîtine ku li ser ling û dest û pişta wan û di serê girtiyekî de şûna lêdanê xuya dibe".

Ligor şahidhalan û raportên rêxistina "Human Rights Watch", gelek riftar û şêweyên lêdanê li dijî girtiyan tên bikaranîn, ji bêbehirkirina ji av û xwarinê û noqkirina seriyan û rûniştina libin tava rojê û lêdan û pêlêkirina serî û lêdana bi qontaxên tiving û qamçiyan û lêdana rû bi "şîşên tewandî" heta ku dêm bi xwîn bibin. Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî