Print this page

Raporteke Mafnasiyê: Tîrmeha Borî di 24 Komkujiyan de 264 Kes Şehîd Ketin

2:38:43 PM

RojavaNews: Toreya Sûrî ya mafên mirovan di raporta xwe ya mehane de roja yekşembê anî ziman ko wê hejmara komkujiyên li Sûriyê di heyva borî de belgeh kirine û got ji 28 komkujiyan 14 jê “Hevpeymana Navdewletî” pêk anîne.

Toreya mafnasiyê di raporta xwe de got ko hêzên rêjîma Esed berpirsiyarên 10 komkujiyan e, pleya duyem li pey Hevpeymana navdewletî, û hêzên Rûsî sê komkujî pêk anîne û raportê komkujiyek xist hustê aliyên nediyar.

Li gora Toreyê 264 kes ji nav wan jî 106 zarok û 55 jin di komkujiyên anîna ziman de hatine kuştin anko rêjeya jin û zarokan 61% ji hejmara qurbaniyan bû, destnîşan kir ko hêzên rêjîmê 95 kes û yên Rûsî 30 sivîl kuştine.

Toreyê di raporta xwe de got ko 32 sivîl di komkujiyên hêzên Hevpeymanan de pêkanîne hatine kuştin û heft kes bi destê kesên nediyar li Idlibê hatine kuştin, Toreyê got kuştarên din pênc li Dêra Zorê û dudo li Reqayê û yek li Gundewarê Şamê û Hema û Siwêda çêbûne û yek jê aliyên nediyar li Idlib pêkanîne.

Toreyê tekez kir ko wê ji destpêka vê salê ve bi kêmanî 216 komkujî yên bi destê aliyên sereke li Sûriyê çêbûne belgehkirine, komkujiyên Hevpeymana navdewletî 9 li Reqayê û sisê li Hesekê û dudo li Dêra Zorê pêkanîne.

Toreya Sûrî ya mafê mirovan di dawiya raporta xwe de daxwaz ji civaka navdewletî kir ko fişarê bide ser rêjîmê tako pabendiyê bike bo derbaskirina hemû rêkxistinên hawarhatinê û yên mafnasiyê û komîta vekolîna navdewletî û rojnamevanan û wan tengav neke.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans