2017-08-20
RojavaNews:Berhema Titûn yek ji behemên girîng piştî zetûna ku cotkar li herêma Efrînê li deşta cûmê li herdu aliyên çemê Efrînê diçînin û bi taybet li gundê Celemê û ew yek ji behemên çandinyê û pêşesaziyê ye ku bi sedan malbat li dirêjiya Havînê di zeviyên titûn de kardikin.
Li gorî Jêderikî ji gundê Celemê ji Rojava News re ragihand û got:”Cotyarên li herêmê berhema titûn diçînin ji ber berhemek çandinyê û pêşezasyê ye û qezencek mezin jê dibin û ev berhem li deşta Cûmê û gundên derdora çemê Efrînê mina gundê Celemê,xizawiyê, şadêrê û Bircê tê çandin ku bi qaserî 90% ji sedî ji berhema herêmê ye ji ber pêdiviya xwe bi avdana li pey hev û ava çemê Efrînê ya gerek dabîndike û zeviyên çandinyê bi qaserî 500 hêktar tê çandin li herêma Efrînê.
Li gor wî jêderî û wiha got:” çandina titûn di gelek astan re derbasdibe, ji çandina dendiqan di cihên taybet di zevyên malên xwe de, çandina şitlên biçûk, jêkirina pelan û xistina di tayan re, hişk kirina palan û embarkirina berhemên xwe ta firoştina berhemê ji aliyê dezgeha Rêcê ve tê kirîn li gundê xezîwê.
Qadî