Print this page

Rejîm li Qamişlo xurtir dibe

Rojava News: Bajarê Qamişlo ku mezintirîn bajarê Rojavayê Kurdistanê ye, di dema dawiyê de helbet piştî têkçûna rewşê li tevahiya Sûriyê û li deverên Kurdî, hêzên ewlekariya rejîma Esed bi awayekî çalak li nava bajêr tevdigeriyan û bi taybet di navenda bajêr de, ku di wê demê de hin xortên ku leşkeriya rejîmê nekiribûn girtin û ev yek bû cihê tirsê li bal welatiyên bajarê Qamişlo.

 

Ev çalakbûna hêzên rejîmê di demekê de hat dema ku hin durişm û silogan li ser dikanên bajêr ji aliyê hin kesan ve hatibû nivîsandin, di nava wan siloganan de ev silogan hebû (Ketîbeyên Beis.. em hatin).

 

Hin çavdêr li vê yekê dinerin ku ev yek girêdayî şerê vê dawiyê li bajarê Hesekê di navbera çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê û çekdarên rûgirtî yên ser bi rejîma Esed ve, ku di encama wî şerê şanogerî de, hin rêbend ji bo çekdarên PYDê hatin radestkirin, lê hin kesên din dibînin ku ev durişm wekû gefekê li ser nerînên Kurdan bi awayekî ne zindî bû, û divê aliyên siyasî bi cidî li ser vê mijarê rawestin da ku bizanin wateya nivîsandina wan siloganan çi ye.

 

Rojnameya Kurdistan li ser vê yekê nerînên welatiyên Qamişlo veguhest.

 

Ehmed Elî ku çalakvan e, wiha li ser nivîsandina wan siloganan got”Ev silogan ne ji ber xwe ve hatin nivîsandin, ne kesên nenas ev yek pêk anîne, dibînim ku rejîma Esed ev yek pêk anî, da ku welatiyên bajêr bitirsin û pê re jî nameyekê dighîne siyasetmedarên Kurd da ku gellekî gavên xwe zêde navêjin di warê siyasî de û bi taybet Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKS ji ber ku ew gellekî girêdayî Herêma Kurdistanê ye.”

 

Alîn Mûsa dibêje ku serdana vê dawiyê ji serok hozên Erebên Cizîrê bo Îranê, metirsiyê çê dike û gellek pirsan bi xwe re jî tîne holê, di baweriya min de dest rejîma Esed di nava her tiştekî de heye li deverên Kurdî, rejîm li Qamişlo xurt e, û her dem diçe jî xurtir dibe û desthilatdariya xwe berfireh dike, baş e dema ku ew silogan hatin nivîsandin gelo asayişa PYDê çavên xwe girtibû yan bi rastî nedît ku kê nivîsandine, bila Kurd bizanibin ku rejîma Esed tu carî ya Ereban nade bi ya Kurdan, ya baş ew e ku Kurd yekrêziya xwe biparêzin û rêkeftinin di navbera xwe jî cîbicî bikin.

 

Ji aliyê xwe ve Elî Elî ji rojnameya Kurdistan re wiha got”Bi rastî ez ji nivîsandina wan siloganan bitirsim, çûnûhatina berpirsên pilebilind yên rejîma Esed bo Qamişlo cihê tirsê ye, her wiha çekdarên Hizbulah û serkirdeyên Îranê li nava bajêr roj bi roj zêde dibin, xwedê bajarên me biparêze ji ber ku tirs li ser wan pirr heye, hozên Ereban hemahengiya xwe bi rejîma Esed re zêde kirine da ku li dijî Kurdan pîlanan pêk bînin, bila Kurd hişyar bin ji projeyeke nijadperist re. ”

 

Alan Ehmed