Print this page

Şoreşa Sûriyê bidawî nebûye

Piştî derbasbûna çar salan li ser şoreşa Sûriyê ya ku li dijî rejîma Beşr Esed encam da û derbasî sala xwe ya pêncemîn bû, derdora 200 hezar welatî şehîd ketine û bi sed hezaran welatî hatine girtin û bi milyonan jî, li welatên derdora Sûriyê û Ewropayê bûne koçber û penaber.

Gelo şoreşê xwestekên xwe(Azadî û rûxandina rejîma Esed) pêk anî, kî birpirsyar bû di guhertina şoreşê de ji şoreşek aştiyane bo şoreşek çekdar, gelo wê çarenivîsa Kurdan piştî şoreşê di paşeroja Sûriyê de çi be.

Rojnameya Kurdistan ligel hejmarek siyasetmedar û nivîskarên Kurd derbarê van pirsan hevpeyvînek pêk anî.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S Ebdilrehman Apo derbarê şoreşa Sûriyê got:” Bi hatine 15ê avdarê, çar sal li ser şoreşa Sûriyê ya pîroz derbas dibe, ya ku di encama torebûna gelê Sûriyê de li dijî rejîma dektator hat, li hin dewletên wekû Tûnis, Mesir û Lîbyayê bi awayekî baş pêk hatiye, lê li Sûriyê hêj şoreş berdewam dike û hêj fatoreya xwînê bo rûxandina rejîma Esed û avakirina Sûriyeke azad

ku sîstema wê parlemanî be tê dayîn, çareye herî baş bo paşeroja Sûriyê ew e de

mokrasî bo Sûriyê û fedralîzm bo Kurdistana Sûriyê.

Bi vêketina agirê şoreşê, gellek

grûpên çekdar ku li odeyên muxaberatên rejîmê hatibûn damezrandin derketin hole, da ku rêya pîroz ya şoreşê bi guhertin bidin, dema ku şoreş bû çekdar helbet rejîma Esed ev yek pêk anî û wî hişt ku gelê Sûriyê çek hilgire ji ber ku sitemkariya wî zêdetir bû ta gihişte astê komkujiyan derheqê gelê Sûriyê de pêk werîne.

Şoreşa Sûriyê tevî wêrankirin, kuştin û xwînê dê berdewam bike, tu kes xwîna zarokên xwe jibîr nake û ji bo vê yekê divê kar bêhtir jê re bê kirin, da ku serkeftin bê bidestxistin. Nêzîk dê rewşa Sûriyê bê guhertin ji ber ku biryar ne di destê rejîmê de ye û em girêdayî biryarên navdewletî ne, û her wiha rewşa Kurdan dê piştî çûna Esed baştir bibe.”

Omer Koçerî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S got”: Heta niha şoreşê xwestekên xwe bicih nekirine, û rejîm nehatiye rûxandin, lê bi nerîna min şoreşê bi karînên xwe yên mezin gellek tişt xistin xwarê tevî aleta rejîma ya wêranker ku dixwest bi hemû coreyên çekan şoreşê rawestîne. Şoreşa Sûriyê opozîsyona ku gewdê wê mirî bû anî xwarê, û

grûpê bi navê “Hevalên Sûriyê” jî anî xwarê yên ku rojekê tenê ne bi şoreşê û gelê Sûriyê re bûn,

şoreşê civaka navdewletî, Netew eyên Yekbûyî û hemû kesên ku bi

derewan li ser Sûriyê rondik dibarandin şikand. Çi şoreş hebe

eger dirêj bike, bê guman berû çekdariyê ve diçe û ev yek ne girêdayî ku ew şoreş biserkeve yan na, bawer nakim ku hêvî û

omîdên gelê Sûriyê, piştî dery

ayek ji xwînê bê sûde biçe. Divê

Kurd di cihê xwe de kar bikin, li Sûriyeke demokrat û fedral ku

hemû pêkhatiyên Sûriyê li xwe bigre di nava tabloyeke siyasî, civakî de ku dirust û akîv be. “

Newaf Reşîd ku nûnerê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê li Herêma Kurdistanê ye wiha li ser şoreşa Sûriyê got”: berî her tiştekî spasiya we dikim, heta niha hêj şoreşê xwestekên xwe pêk neanîne, lê roj bi roj rêjeya kuştin, wêrankirin û koçberiyê li Sûriyê zêde dibe, derbarê sedemên guhertina berê şoreşê, kesê ku ev yek pêk anî, helebet rejîma Beşar Esed e ji ber ku ji berjewendiya wî ye ku ev şoreş berê wê bê guhertin û kesên alîkariya wî di vê yekê de kirin ew in hevalbendên wî ne wekû Îran, Hizbulaha Libnanê û Rûsyayê ji ber ku rejîma Esed tenê ji aştîbûna şoreşê ziyanker bû. Ji bilî vê yekê hin sedemên din jî hene mîna lawazbûna opozîsyonê û kêmbûna karînên wê û her wiha lixwegirtina hin kiryarên terorîstî yên ku hişt civaka navdewletî dudilî bimîne derbarê piştgiriya opozîsyonê, her wiha ne pabendbûna hevalbendên opozîsyonê bi sozên xwe derbarê alîkariya gelê Sûriyê û hin sedemên din. Mixabin çar

enivîsa şoreşa Sûriyê windayî ye û tiştek bi navê şoreşê nîne di

dema niha de, hemû kesên li ser erdê tevlî berjewendiyên navdewletî û herêmî bûne û

rewşa Sûriyê bê guman li hêviya tewazinatênnavdewletî ye. Derbarê Kurdan û cihê wan di vê şoreşê de, Kurd rewşa wan ji ya gelê din yê Sûriyê ne çêtire, ji ber ku beşek ji gelê Kurd kete jêr bandora pilan û pîlanên rejîma Esed ji destpêka şoreşê de, tevgera Kurdî bû du beş, beşek bû opozîsyon (Encumena Niştîmaniya Kurdî) û beşê din jî ligel rejîma Esed xebat û kar kir, mebest jê jî ew e Patiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê û bi vê yekê mafê gelê Kurd kete bazarê de û rejîmê tiştê ku dixwest li bal PYDê dît û ji ber vê yekê jî dê cihê Kurdan di paşeroja Sûriyê de ne li gor asta xwestek be.

Nivîskarê bi navê Farûq Hac Mistefa ji rojnameya Kurdistan re wiha got:”Her ku em bîranîna şoreşa Sûriyê bibîr tînin helbet bi xemgînî vê yekê dikin, mixabin dema ku gotina şoreşê bi mirov re derbas dibe, kuştin û wêrankirin bala mirov dikşîne, ev e qismeta gelê Sûriyê û her wiha Kurd jî ji gelê Sûriyê ne. Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve, hevpişkên me yên siyasî doza Kurdî wekû dozekê neditîtin, Kurdan dixwestin ku tiştê ku “Buhara Şamê” û pişt re “Îlan Dîmeşq”danîbû berdewam bikin, lê diyar bû birayên me dixwestin di berjewendiyên navdewletî û herêmî de bilîzin, helbet xema herêmî li bal wan hebû û tevlî berjewendiyên hin dewletan bûn bi sedema berjewendiyên xwe. Di baweriya min de tu şirîk nînin ji bilî Kurdan ku Amerîka û welatên Rojava ji wan razî bin. Şoreş ku niha berû sala pênçemîn ve diçe, tenê dibînim şoreşa xwînê ye û bawer dikin ku bi xwînê jî ev şoreş dê bi dawî we re, tevî ku dewletên navdewletî berê xwe didin çareseriya siyasî, çareseriya siyasî dawiya şoreşa me ye, û bi vê yekê dê

rejîma xwînmij bê herifandin û dê Kurd cihê xwe di paşeroja

Sûriyê de bigrin, doza Kurdan dozeke siyasî ye ji ber vê yekê, dê were çareserkirin, paşeroj ya Kurdan e.”

Rojnamevan Silêman Kero wiha li ser şoreşa Sûriyê dibêje:” Şoreşa Sûriyê pêk hat da ku rûmeta mirovatiyê li welatiyê Sûriyê vegere ku ji serdema Nasirî û Beisiyan ve jê hatibû stendin, tevî ku şoreş berê wê hate guhertin û bû şoreşek çekdar, her wiha guhertina tewerên wê yên siyasî û leşkerî berû rêbaza herî tawanker mîna (DAIŞ û Cebhet El-Nusra ..) çû, her yek ji rejîma Esed û hin hêzên opozîsyonê berpirsyariya berfirhbûna wan hildigre. Rejîma Esed dê bikeve, lê piştî ku wan pirên di nava pêkhatiyên Sûriyê de xerab bike û bi taybet yên olî. Paşeroja Sûriyê perçebûn e ku dê nexşeya Rojhilata Navîn ya nû bê vejandin, û divê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê ji vê yekê re amade bin da ku mafên xwe yên rewa bidest bixin û xewna avakirina welatê xwe pêk werînin.

 

Ronî Birîmo