Print this page

Birînên Dêrsimê nehatine pêçandin hêj bi êş û kulin

 

Rojava News: 4’ê Gulanê, salvegera biryargirtina Komkujiya (Jenosîda) Dêrsimê ya ji hêla Desteya Wezîran a Komara Tirk ve ye. Piştî vê biryarê (4’ê Gulanê 1937) li Dêrsimê komkujî hat dest pê kirin.

 

Ev roj ji hêla Kurdan ve wek ‘Roja Bîranîna Komkujiya Dêrsimê’ tê pêşwazîkirin. Îsal jî ji ber salvegera vê rojê di serî de li Dêrsimê, li bakûrê Kurdistanê, li metropolên Tirkiyê û li derveyî welat çalakiyên girseyî yên bibîranînê tên lidar xistin.

 

 'Qanûna Tûnceliyê'

 

Amadekariya qirkirina Kurdên Dêrsimê, wekî komkujiyên din ên li dijî Kurdên bakûrê Kurdistanê hatin kirin, di sala 1925’an de bi ‘Plana Islahkirina Şerqê‘ hat destpê kirin û paşê jî bi ‘Qanûna Tûnceliyê’ (25 Kanûna 1935) amadekariyên qirkirinê hatin temamkirin. Navê Dêrsimê jî bi vê qanûnê wek ‘Tûncelî’ hat guhertin.

 

Piştî van amadekariyan li 6’ê Çileya 1936’an ji bo operasyona komkujiyê ya li ser Dêrsimê, ‘Walîtiya 4’emîn a Giştî’ hat avakirin. Bi biryara Desteya Wezîran a 4’ê Gulan a 1937’an jî dewleta Tirk dest bi tevgera komkujiyê kir.

 

Darvekirina Seyîd Riza

 

Ji 20-21’ê Adar a 1937’an heta 15’ê Mijdar a 1937’an Dêrsim ji hêla arteşa Tirk ve hate dagirkirin. Eşîretên Dêrsimê; Bextiyaran, Abbasan, Demenan û Heyderan li ber xwe didin. Di şerê wê demê de pêşengên berxwedana Dêrsimê Elîşêr (tevlî berxwedana Koçgiriyê ya 1921’ê jî bibû), hevjîna wî Zarîfe Xanim û Şahan Axa şehîd dibin. Seyîd Riza jî di serê meha Îlonê de tê girtin û 15’ê Mijdara 1937’an li Meydana Genim a Elezîzê bi lawê xwe Resik Hisên re hat darvekirin. Bi wan re pênc pêşengên din ên berxwedanê Ûsenê Seyîd, Hesenê Ûlkiye, Alî Mîrz, Findiq Axa û Hesenê Cevraîl jî tên darvekirin û şehîd dibin. Lê li ku hatine veşartin hê jî ji hêla dewleta Tirk ve nehatiye eşkerekirin.

 

Gotina dawî ya Seyîd Riza

Gotinên Seyîd Riza yên li sêdarê anî zimên di dil û hişê Kurdan de hate neqişandin û helwesta Kurdê azad çi ye, nîşanî me da: “Min nekarî bi derewên we, ew bi min re bû dersek; lê min li ber we çok danenî erdê, bila ev jî ji we re bibe derdek!”

 

Dêrsim bi tevahî tê dagirkirin

Bi vî awayî berxwedan bi piranî têk diçe û dewleta Tirk, Dêrsimê bi tevahî dagir dike. Paşê, di 12’ê Hezîranê heta 10’ê Tebaxa 1938’an tam jenosîdek tê kirin û bi hezaran Kurdên Dêrsimê têne kuştin. Çemên Dêrsimê xwîn dibin û diherikin, newalên Dêrsimê bi laşên Dêrsimiyan ve tên dagirtin.

 

60 heta 70 hezar kurdên Dêrsimê tên qetilkirin

Piştî 10’ê Tebax a 1938’an sirgûnkirin tê destpêkirin. Kurdên Dêrsimê ber bi bajarên rojavayê Tirkiyeyê ve tên sirgûnkirin. Bi fermî hêjmara kesên hatine qetilkirin tê gotin ku 14 hezare. Lê kurd diyar dikin ku ji vê zêdetire û nêzî 60 heta 70 hezar kurdên Dêrsimê hatine qetilkirin.

 

Û ew birînên Dêrsimê hêjî nehatiye pêçandin...